Doz li dayika Pinar Gultekîn hat vekirin

Derbarê Şefîka Gultekîn a dayika xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li bajarê Mugla ya Tirkiyê bi awayekî hovane hat qetilkirin, ji ber ku di rûniştina dozê de `gef û heqaret` li kujer Cemal Metîn Avci kiriye, bi daxwaza 4 sal û 4 meh cezaya girtîgehê doz lê hat vekirin.
06.05.2022, Cum - 10:03
Doz li dayika Pinar Gultekîn hat vekirin
Nuçe Belav bike

Parêzerê malbata Gultekîn Rezan Epozdemir ragihand, “Dagdehê ji ber gotinên dayikeke bi êş û jan ku keça wê bi awayekî hovane hatiye qetilkirin de, ji Serdozgeriyê daxwaza vekirina dozê kir û di vê mijarê de biryarek da. Ji Serdozgeriya Komarê ya Muğlayê daxwaza darizandinê kir.”

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Muglayê ve hat amadekirin û ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Muglayê ve hat qebûlkirin de, hat diyarkirin, gotinên ku Şefîka Gultekîn di salona dadgehê de ji Cemal Metîn Avcî re kiriye wek heqaret hatine qebûlkirin û Avci gilî li Gultekin kiriye.

Hat diyarkirin ku Gultekîn a ku îfadeya wê di îdianameyê de cih girtiye, ji ber bandora derûnî ya kuştina keça xwe ya ji aliyê Cemal Metîn Avci ve, çend tişt gotine lê naye bîra wê ku çi gotiye.

Rûniştina dozê dê di 12ê Cotmehê de li 1emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Muglayê bê dîtin.

Pinar Gultekîn keçeke Kurd a ji Bedlîs a Bakurê Kurdistanê bû ku li bajarê Muglayê li rojavayê Tirkiyeyê Fakulteya Aborî û Zanistên Siyasî xwendibû.

`Dadgeh ne bêalî ye`

Parêzerê malbata Gultekîn Rezan Epozdemîr diyar kir ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin.

Epozdemîr, destnîşan kir ku nêzî 2 salan e têkoşîneke giran a hiqûqî dimeşînin û got, "Tevî hemû daxwazên me tawanbar hîn jî nehatine cezakirin. Em nêzî sal û nîvekê li benda biryara ku jiyana taybet a mexdûr ji Amerîkayê re hatiye nivîsandin man. Di rûniştina dozê de malbatê dît ku dadgeh ne bêalî ye û lewma me 3 caran daxwaza guherandina dadger kir lê ev daxwaz nehatin qebûlkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 682 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:18