Efserekî Tirkiyeyê li herêma operasyonê mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku efserê wan ê bi navê Osman Ayan ji ber krîza dil li herêma operasyonê miriye.
05.09.2024, Per - 10:31
Efserekî Tirkiyeyê li herêma operasyonê mir
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku efserê wan ê bi navê Osman Ayan ji ber krîza dil li herêma operasyonê miriye.

Li gorî daxuyaniyê Osman Ayan li herêma operasyonên Pênce 1-2 li nav axa Herêma Kurdistanê krîza dil derbas kiriye û miriye.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku Osman Ayan bi gumana krîza dil ji bo nexweşxaneyê hat rakirin lê tevî hemû midaxeleyan miriye.

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî li ser mirina wî efserî daxuyaniyek belav kir û sersaxî ji malbat û hevalên Osman Ayan re xwest.

 

Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:39