Encamên fermî yên hilbijartinên parlementoya Tirkiyê hatin ragihandin

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) encamên fermî yên hilbijartinên parlementoyê ragihandin.
30.05.2023, Sal - 14:33
Encamên fermî yên hilbijartinên parlementoya Tirkiyê hatin ragihandin
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an bi civîneke çapemeniyê li Enqere encamên fermî yên hilbijartinên 14ê Gulanê yên parlementoya Tirkiyê eşkere kirin û ragihand ku wan encam bo Rojnameya Fermî jî şandine bo bêne weşandin.

Li gor encamên fermî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) 268 kursî, Partiya Gel a Komarê (CHP) 169 kursî, Partiya Çepên Kesk (YSP) 61 kursî, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) 50 kursî , ÎYÎ Paryî 43 kursî, Partiya Yenîden Refah 5 kursî û Partiya Karkerên Tirkiye 4 kursiyên parlementoyê bidestxistine.

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ya ku li ser lîsteya AKPê beşdarî hilbijartinê bibû 4 kursî bidest xistine.

Ji her çar partiyên ku li ser lîsteya CHPê jî beşdarî hilbijartinê bûne, Partiya Pêşketinê û Demokrasiyê DEVA 15 kursî, Partiya Pêşerojê 10 kursî, Partiya Seadet 10 kursî û Partiya Demokrat 3 kursiyên parlementoyê bidestxistine. Piştî vekirina parlementoyê ev 38 parlementerên ku li ser lîsteya CHPê hatine hilbijartin dê vegerin nav partiyên xwe.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku beşdariya xelkê di dengdanên navxweyî Tirkiyê de bi rêjeya sedî 88.92 û li derveyî Tirkiye jî bi rêjeya sedî 53.80 bûye. Bi giştî li wî welatî sedî 87.05ê dengderan çûne ser sindoqan û deng dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:26:32