Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê bo operasyona Rojavayê Kurdistanê dicive

Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê îro bi rojeva egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê kom dibe.
30.07.2019, Sal - 07:42
Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê bo operasyona Rojavayê Kurdistanê dicive
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayîşa Netewî ya Tirkiyê îro de demek hestiyar de kom dibe û rojeva sereke ya civînê avakirina herêma ewle ya bakurê Sûriyê û egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê ye.

Berpirsên Tirkiyê dê pilan û amedekariyên xwe yên ji bo van her du mijaran û encamên danûstandinên xwe yên digel berpirsên Amerîkayê gengeşe bikin.

Pirsa kirîna mûşekên Rûsî S-400, firokeyên şer ên Amerîka F-35 û operasyona Xakurkê jî rojevên din ên Encûmena Asayîşa Tirkiyê ye.

Tirkiyê û Amerîka li ser avakirina deverke aram di nava guftûgoyan de ne û ta niha li ser şêweyekî hevbeş li hav nekirine. Lê Tirkiyê dibêje, eger lihevkirin li ser devera aram çêbibe yan na, dê êrîşî bakur û rojhilatî Sûriyê bike.

Di wê derbarê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji bo guftûgoyên egera avakirina herêmeke ewle li Rojavayê Kurdistanê berî çend rojan li Tirkiyê bû, lê Wezîrê Wezîrê Derve Mewlût Çavuşoglu got, Amerîka li ser avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, Tirkiyê mijûl dike û pêşniyara Amerîkayê ne di wê astê de ye, ku Tirkiye pê razî bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 970 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:44:35