Endezyarê jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan hat desteserkirin

Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kêmasiyên di erdhejê de bi belavkirina çend parvekirinan, rexne li hikûmetê girt.
01.03.2023, Çar - 06:48
Endezyarê jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kêmasiyên di erdhejê de bi belavkirina çend parvekirinan de rexne li hikûmetê girt û got “ji ber ku leşker 2 rojan dereng hatin navçeyên erdhejê destdirêjî li ser hinek jinên bêparastin hatiye kirin”.

Medyaya Tirkiyê ragihandiye ku Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê ji ber belavkirina wan parvekirinan derbarê pisporê erdhejê Ovgun Ahmet Ercan, bi hinceta "handana xelkê bi kîn û dijminahiyê” lêpirsîn da destpêkirin.

Li gor agahiyan, Ercan li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desterkirin û dê piştî karûbarên yasayî bo dadgehê bê şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:03