Erdogan: Bila PKK mîna ETA bike wê çaxê çi pêwîst be emê bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger PKK jî mîna rêxistina ETA “çekên xwe bixin binê erdê” wê çaxê dê bi wan re rûnên.
15.04.2017, Cts - 15:05
Erdogan: Bila PKK mîna ETA bike wê çaxê çi pêwîst be emê bikin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger PKK jî mîna rêxistina ETA “çekên xwe bixin binê erdê” wê çaxê dê bi wan re rûnên.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêr bi şev bû mêvanê bernameya hevbeş ya çend televîzyonên Tirkiyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Rojnamevanekî behsa peyama Erdogan ya ku roja 1 Nîsana îsal li bajarê Diyarbekirê dabû, kir û jê xwast hinekî wê peyama xwe veke.

Erdogan jî di bersiva wî de got, qesta min ew bû ku eger ew (qesta wî PKK ye) daxwaza hevdîtin û çareseriyê dikin divê destpêkê çekên xwe bixin binê erdê û cihên wan jî nîşanî me bidin, paşê çi pêwîst bû dê were kirin. mîna rêxistina Spanî ya ETA. ETA mînak e ji bo wan.

Erdogan li Diyarbekirê gotibû, em bi yên ku di destê wan de çek hebin, re rûnanên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1622 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:05