Erdogan: Dê operasyonên me yên navxwe û derve berdewam bin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê 23ê Adara 2023an serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê kir ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû.
24.03.2023, Cum - 08:05
Erdogan: Dê operasyonên me yên navxwe û derve berdewam bin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyê li herêma erdhejê beşdarî bernameya fitarê bû û ragihand ku dê operasyonên wan ên navxwe û derveyî sînorê Tirkiyê berdewam bin. Herwiha hevdîtina berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu bi HDPê re jî wek “hevdîtina ligel cûdaxwazan” binav kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê 23ê Adara 2023an serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê kir ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû.

Erdogan di bernameya fitarê de axivî û ligel rewşa herêma erdhejê li ser mijarên di rojevê de jî peyama xwe da. Bi taybet bê ku nav bide rexne li hevdîtina Kiliçdaroglu û HDPê girt û wek metirsiya cûdaxwaziyê nirxandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Her ku welatiyên me yên li herêma rojhilat û rojhilatê başûr ji guşar û êrîşên rêxistina terorê rizgar bûn me karê xwe yê avakirinê li herêmê zêde kir. Di encama operasyonên li derveyî sînor de me wiha kir ku rêxistina terorê nikaribe li Sûriyê û Iraqê tevbigere. Niha li vê derê ez careke din dûbare dikim. Heta terorîstê herî dawî ji sînorê me derkeve û metirsî nemîne dê operasyonên me yên navxwe û derve berdewam bin.”

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:41