Erdogan: Dê sedema vekişîna Înce heta roja Şemiyê diyar bibe

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêr serokkomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan, derbarê vekişandina Muharrem Înce ji berbijêriya serokkomariyê got: “Eger sibe nebe, dê roja Şemiyê sedema wê diyar bibe.”
12.05.2023, Cum - 05:53
Erdogan: Dê sedema vekişîna Înce heta roja Şemiyê diyar bibe
Nuçe Belav bike

Berbijêrê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce, di demekê de ku tenê 3 roja ji hilbijartinan re mane, roja 11ê Gulanê ji berbijêriya serokkomariya Tirkiyê vekişiya.

Recep Tayyip Erdogan, îro 11ê Gulanê di mîtînga Enqerê de derbarê vekişandina Muharrem Înce de axivî û ji ber vekişandina Înce, Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu tohmetbar kir. Erdogan dibêje: "Yek ji berbijêran ji berbijêriyê vekişiya. Em nizanin ji ber çi ji berbijêriyê vekişiya, lê ya rast ez xemgîn bûm."

Recep Tayyip Erdogan got “Bay bay Kemal çawa hat, bi çi hat? Bi bantê hat. Niha jî yek ji berbijêrên serokkomariyê ji berbijêriyê dûr xist. Çawa dûrxist, ew eger sibe nebe, dê roja Şemiyê diyar bibe. Ji ber ku hemû karên van dek û dolab e. Hûn dikarin ji îro û pê de ji bay bay Kemal re bêjin fêlbaz.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:34