Erdogan: Emê ji bo rojhilatê Firatê jî pêngavan biavêjin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, pêngaveke weke operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê, dibe ku li rojhilatê Firatê jî were avêtin.
24.09.2018, Pts - 07:20
Erdogan: Emê ji bo rojhilatê Firatê jî pêngavan biavêjin
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan bi mebesta beşdariya civîna Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî serdana New Yorkê kir û li Hotel Mandarin beşdarî xwarina Weqfa TURKEN bû.

Erdogan diyar kir ku Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê xwe bêdeng kiriye.

Serokomarê Tirkiyê got: “Tirkiye qadeke 4 hezar metreçargoşe ji DAIŞ û PKKê paqij kir û kire deverên ewlehiyê ku gelê Sûriyê di ewlehiyê de dijî. Di heyama bê de emê pêngavên bi vî rengî li rojhilatê Firatê jî biavêjin.”

Recep Tayyip Erdogan diyar kir: “Me digot emê bakurê Sûriyê paqij bikin. Ji ber vê em ketin Cerablusê, ji ber vê em ketin El Babê, ji ber vê em ketin Efrînê. Lê belê şirîkên me yên stratejîk, mixabin li wan deran pêngavên cuda diavêjin. Mixabin 18 hezar treyler çek û cebilxane çûn wan deran. Bi heman şêweyî 3 hezar balafirên kargo hatin wan deveran.”

Erdogan bal kişande ser rêkeftina Soçiyê ku ji bo Idlibê li gel Rûsyayê kirin û got: “Bi vî awayî me pêvajoyeke nû da destpêkirin. Me pêşiya komkujiyeke mezin girt ku jê ditirsiyan li Idlibê biqewime.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:43:03