Erdogan gefa berdewamiya operasyonan xwar

Serokkomarê Tirkiyeyê di konferansekê de gefa berdewamiya operasyonên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar
09.08.2023, Çar - 05:56
Erdogan gefa berdewamiya operasyonan xwar
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Dê tola dîplomatê Tirkiyê Osman Kose hilînin” ku di sala 2019an de li Hewlêrê hatibû kuştin.

Erdogan di beşeke gotara xwe ya konferansa bi balyozan de ragihand ku ew li Îraqê heta ku dawiyê li PKKyê tînin dê operasyonan bikin.

Erdogan herwiha behsa kuştina dîplomatekî Tirkiyeyê yê bi navê Osman Kose jî kir ku di sala 2019an de li Hewlêrê hatibû kuştin.

Roja 5ê Temûza 2023an Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) di operasyonekê de li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê kesekî bi navê Celal Kaya kiriye armanc.

Bi gotina wan ew berpirsê Îstixbarata PKKyê yê Îraqê bûye û êrişa kuştina Osman Kose ji aliyê wî ve hatiye plankirin.

Osman Kose karmendê Konsulxaneya Tirkiyeyê bû û 17ê Temûza 2019an li restoranta Huqqabazê ya li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de tevî 2 welatiyên Herêma Kurdistanê hatibû kuştin.

Erdogan li ser rewşa Sûriyeyê û koçberên li Tirkiyeyê diyar kir ku eger rewşa Sûriye û Îraqê aram be koçber jî bilez bi daxwaza xwe tên vegerandin.

Serokkomarê Tirkiyê avakirina projeyên yekeyên niştecihbûnê yên Tirkiyeyê wek gaveke girîng bi nav kir ku qaşo Enqere wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo koçberan ava dike.

“Ewlehiya sînorên me yên başûr misoger e”

Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyonên li Sûriye, Îraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî got:

“Operasyonên me yên li Bakurê Sûriyeyê ji bilî ku ewlehiya sînorên me yên başûr misoger kiriye, xeyala çêkirina dewleta terorî jî ji nav biriye.”

Tirkiye ji sala 2016an ve heta niha 3 caran bi rêya operasyonan û bi hinceta parastina sînoran çûye nav axa Rojavayê Kurdistanê.

Sala 2016an operasyona Mertala Firatê ji Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê dest pê kir û navçeyên Elbab, Raî û Ezazê yên Helebê kontrol kirin.

Herwiha 20ê Çileya 2018an operasyona Çiqlê Zeytûnê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê pêkanî. Tirkiyeyê bi piştevaniyê 25 grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Artêşa Tirkiyê 9ê Cotmeha 2019an bi operasyona “Kaniya Aştiyê” êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û ew jî dagir kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:21:16