Erdogan li ser pêvajoya nû û êrişa li TUSAŞê axivî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Her kengî di siyasetê de bingeha diyalogê xurt dibe, her kengî di nav civakê dubendî kêm dibe, her kengî destên girtî vebin yekser teror dikeve dewrê.”
29.10.2024, Sal - 10:31
Erdogan li ser pêvajoya nû û êrişa li TUSAŞê axivî
Nuçe Belav bike

Pêşhatên dawî yên li ser “pêvajoya nû” rojeva siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan piştî Civîna Kabîneya Tirkiyeyê li ser pêvajoya nû û êrişa li Enqereyê axivî.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

“Dema êrişê ne tesadufî bû”

Edogan bal kişand ser êrişa li ser TUSAŞê û got:

“Eşkere ye ku dema êrişê û hedefa ku hatiye hilbijartin ne tesaduf in.

Tê fêhmkirin ku baronên terorê yên ku bi xwînê dijîn, li herêma me ji xwe re axayên nû û xwediyên nû yên ku ji wan ra xizmetkariyê bikin, digerin.

Wekî Komara Tirkiyeyê me peyamên hat xwestin ku bi vê êrişa hovane bê dayîn standin û avêtin çopê.

Baronên terorê dê nikaribin siyaseta Tirkiyeyê dîzayn bikin, di navbera 85 milyonan de dîwarên nakokiyê ava bikin û welatê me ji îstiqameta wê vegerînin."

“Em dê dev ji armancên xwe bernedin”

Erdogan derbarê pêvajoya nû de jî wiha got:

“Teqez em dê ji armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror venegerin. Tirkiye dê teqez ji vê belayê rizgar bibe.

Li welatê me bi salan e teror wekî amûrek ji bo birêvebirina siyasetê tê bikaranîn.

Her kengî di siyasetê de bingeha diyalogê xurt dibe, her kengî di nav civakê de dubendî kêm dibe, her kengî destên girtî vebin yekser teror dikeve dewrê.

Me berê jî gelek caran şahidiya vê yekê kir. Em dê nesekinin û li heman senaryoyê dîsa temaşe nekin.

Baronên terorê dê nikaribin siyaseta Tirkiyeyê dîzayn bikin û welatê me ji rêgezên wê dûr bixe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:01:33