Erdogan li ser tayînkirina qeyûman daxuyanî da

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir “ew ne serokên hilbijartî ne ew kesên rêxistinê ne” û piştgiriya tayînkirina qeyûman kir.
11.11.2024, Pts - 10:16
Erdogan li ser tayînkirina qeyûman daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariya Tirkiyeyê gotarek pêşkêş kir.

Erdogan li ser tayînkirina qeyûman wiha got:

“Ez careke din dibêjim, ji kîjan partiya siyasî dibe, bila bibe, ti pirsgirêka kesekî bi wan kesan re nîne ku desthilat bi sindoqê ji millet wergirtine.

Em dê wekî dewletê hemû piştgiriyê bidin wan kesan ku îradeya xwe radestî teror û Qendîlê nekirine.

Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, em dev ji wan kesan bernadin ku emanetê millet û derfetên welat û millet pêşkêşî terorê dikin.

Ev ew kesên hilbijartî nînin ew ji aliyê rêxistina terorê ve hatine tayînkirin.

Me heta îro hemû pêngavên xwe di çarçoveya daraz û demokrasiyê de avêtin. Ji îro û pê de jî em dê li gor serdestiya hiqûqê û îradeya millet tevbigerin.

Em nikarin rê bidin rêxistina terorê ku bi hêza şaredariyê mekanîzmayên îxracatê ava bike.

Şaredarê Esenyurtê li ser kaxizê di partiyeke din de xuya dike, ev rastiyê naguherîne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, 4ê Mijdara 2024an bi hinceta ku "peywendiya wan bi PKKyê re heye" qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlih û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 126 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:38