Fîdan: Enqere amade ye li ser hemû astan diyalogê bi Şamê re

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got: "Gelek gav hene ku divê em bi hevahengî bi hikûmeta Sûriyeyê re bavêjin, ji wan jî ewlekariya sînor, şerê terorê û vegerandina penaberan in.”
25.07.2024, Per - 10:08
Fîdan: Enqere amade ye li ser hemû astan diyalogê bi Şamê re
Nuçe Belav bike

Hakan Fîdan di hevpeyvîneke taybet ligel “Sky News” Erebî de, behsa hewlên asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê kir û got: “Tirkiye hevşêweyê welatên herêmê, dixwaze bi Sûriyê re jî têkiliyên xwe asayî bike.”

Herwiha got: “Serokomarê me di asta herî bilind a siyasî de ragihand ku ji bo çareserkirina kêşeyên heyî, em amade ne li ser hemû astan û di serî de serokatiyê, dest bi diyalogê bikin.”

Hakan Fîdan bal kişande ser wê yekê, her du welat ji sala 2017an ve di gelek kanalan re gotûbêjan dikin û got: “Divê ev heyama aram a ku 6-7 salan heye berdewam be û divê ji ew ji rewşeke demkî veguhere rewşek mayînde.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got: “Gelek gav hene ku divê em bi hevahengî ligel hikûmeta Sûriyê bavêjin, di nav de ewlehiya sînor û têkoşîna li dijî terorê û vegera ewle û azad a penaberan, hene.”

Tekezî kir jî: “Divê Sûriye ji terorîstan bê paqijkirin, bi taybetî jî herêmên ereban ên ku PKK'ê dagir kiriye. PKKê dest daniye ser kêlgehên petrolê, ev jî tê wê wateyê ku rêxistina terorê debar û dahata gelê Sûriyeyê dagîr kiriye.”

Derbarê pirsa penaberan de jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, zêdetirî nîvê xelkê Sûriyê li derveyî welat dijîn û divê şert û merc bên çêkirin ku bi silametî vegerin ser cih û warê xwe.”

Hakan Fîdan li ser pirsa opozîsyona Sûriyeyê jî: “Mijara opozîsyona Sûriyeyê û navçeyên ku di bin kontrola wê de ne, divê di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekgirtî yên pêwendîdar de bên gotûbêjkirin. Herwiha got: “Nêrîn û tercîhên opozîsyona Sûriyeyê ya rewa ku ji aliyê civaka navdewletî û sîstema navdewletî ve hatiye naskirin, bingeh in.”

Derbarê daxwaza Şamê ya ji bo derketina hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê de, Fîdan got: “heta niha ti pêşmercek ku hatiye ragihandin nîne. Hin nêrînên me yên cuda hene. Eger beriya ku em biaxivin şert û mercan ji hev re deynin, wê demê ti wateya danûstandinan nîne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:47