Foreign Policy: Li Tirkiyê dê Kurd desthilatê diyar bikin

Hat ragihandin ku dê Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de desthilatê diyar bikin. Malpera navdar a Amerîkî Foreign Policy, analîzeke bi navê “Sala 2023ê hilbijartinên pêwîst e bêne şopandin” belav kir.
02.01.2023, Pts - 14:51
Foreign Policy: Li Tirkiyê dê Kurd desthilatê diyar bikin
Nuçe Belav bike

Di analîzê de hatiye nivîsandin, ku “li Tirkiyê krîza nasnameyê ya di navbera hêzên sekuler û olî de veguheriye herifîna demokrasiyê” û dê di hilbijartinên 2023an de dengên Kurdan diyarker bin.

Di warê demokrasiyê de rexne li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatine girtin û hatiye nivîsandin: “Sala 2002an di hilbijartinan de bi ser ket. Sala 2003 bû serokwezîr û ji wê rojê de bû yekem kesê li Enqerê. Bi amareke balkêş, Erdogan ji roja ku Starbucksê yekem dikana xwe li Tirkiyê vekir, hê zêdetir wî welatî birêve dibe.”

Di analîzê de tê gotin: “Piştî Derbeya 15ê Temûzê `sîstema serokatiya-super` hat qebûlkirin û hêz li cihekî kom bû û ew jî bû sedema paşdeçûna demokrasiyê. Tevî hişyariyan paşde çûna demokrasiyê referandûma sîstema hikûmeta serokkomariyê di sala 2017an de hat qebûlkirin. Erdogan di 10 salên destpêkê yên desthilata xwe de ji aliyê hemû cîhanê ve dihat hezkirin û li nav welat bi rakirina qedexeya hîcabê û destûra fêrkirina Kurdî li dibistanan civaka Tirkiyê ber bi qonaxa wekheviyê bir û di vê heyamê de aborî jî pêş ket."

Di analîzê de behsa êrîşên bo ser Kurdan hatine kirin û wiha tê gotin: “Erdogan di demên dawî de li bakurê Sûriyê êrîşên bo ser PKKê zêde kirine. Li Tirkiyeya netewperweriya tund, êrîşa bi devkî û leşkerî bo ser Kurdan her dem stratejiyeke ewle ya hilbijartinan e. Ev rewş vê yekê nîşan dide, ku dibe Erdogan di hilbijartinên vê havînê yên serokkomariyê û parlamentoyê de hêrsbûyî be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 529 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:44:00