Galip Ensarioglu: Xebera min ji efûyê nîne

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu derbarê nûçeya efûyê de ji ajansa Rûdawê re got: “Min negotiye bo efûyê xebat hatiye destpêkirin.”
19.06.2023, Pts - 12:14
Galip Ensarioglu: Xebera min ji efûyê nîne
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê yê HDPê û Wezîrê berê yê Pêşketinê Muslum Dogan, roja 18ê Hezîranê di bultena Rûdawê de diyar kir ku dê di 29ê Cotmehê de efûya giştî bê ragihandin û efû bi şertê "çek hilnegirtibe" dê siyasetmedaran jî li xwe bigire.

Piştî nûçeya Rûdawê, rojnameyeke Tirkiyê îro 19ê Hezîranê ragihand ku “derbarê efûyê de bi Galip Ensarioglu re axivîne û wî gotiye, ji bo efûyê xebatek hatiye destpêkirin, lê ne wek efûyeke giştî.”

Galip Ensarioglu derbarê nûçeyê de ji ajansa Rûdawê re got: “Min negotiye bo efûyê xebat hatiye destpêkirin. Ew nûçe derew e. Ez dê îro derbarê wê nûçeyê de li dadgehê gilî tomar bikim. Ji min hat pirsîn, lê min negot xebatek tê kirin.”

Ensarioglu herwiha derbarê egera efûyekê de jî got: “Eger tiştekî wiha hebe jî xebera min jê nîne. Ez di vê mijarê de tiştekî nizanim.”

Li Tirkiyê ew demeke ku îdiayên efûyeke giştî tê rojevê, û tê gotin dê 29ê Cotmeha 2023an di sedsaliya Komara Tirkiyê de efûyek bê ragihandin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:41