Galîp Ensarîoglu: Ew ê kurdan na bihesibîne tê vegere partiyek bêqîmet

Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu derbarê li herêmên kurdan de zêdehiya îstîfayan û kabîneya nû da necih girtina kurdan da axaftinek kir.
05.09.2017, Sal - 08:50
Galîp Ensarîoglu: Ew ê kurdan na bihesibîne tê vegere partiyek bêqîmet
Nuçe Belav bike

Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu axaftina xwe ya Rojnameya Bîrgunê de kiriye dibêje; "Helwesta Ak Partî li hember kurdan eyniye û qet guherînek nîne û li hember tune hesibandina kurdan li herêma rojhilat û başûrê Rojhilat meşandina siyasetê ne pêkan e. Ev şêwaz lazime ku tu partiyê de tune be. Heger hun kurdan tune bihesibînin wek MHP û CHP'ê wê hunê li herêmê bibin wek partiyek tabelayî."

Her wiha Ensarîoglu dide zanîn ku, hevalbendiya AK-Partî û MHPê tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.

Ensarîoglu di hevpeyvînekê xwe de diyar kir, AK-Partî û MHP du partiyên cuda û rikeberê hevdu ne. Di navbera wan de yekbûneke siyasî nîn e. Hevalbendiya wan tenê ji bo referandûma 16ê Nîsanê bû. Ev hevalbendî berdewam nake.

Li gor Ensarîoglu sedema hevalbendiya AK-Partî û MHPê, HDPê ye. Lewra HDP piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê digel AK-Partiyê ji bo avakirina hikûmetekî hevpeyman piştgiriya wan nekiriye. Herwiha HDP ji bo guhertina yasaya bingehîn ji AK-Partiyê re nebûye alîkar. Ji ber vê yekê ew neçar mane digel MHPê hevalbendî bikin.

Di Referandûma 16ê Nîsanê de AK-Partî û MHPê hevalbendê hev bûn di piştgiriya dengên erê kiribûn. HDP û CHP jî piştevanê dengên na bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:24