Girtiyekî Kurd canê xwe ji dest da

Girtiyê Kurd ê nexweş Suphan Çabuk ku di Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê de dima canê xwe ji dest da.
13.10.2022, Per - 08:58
Girtiyekî Kurd canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Suphan Çabuk ê ji parêzgeha Amedê ku di sala 2016aan de hatibû girtin û ji 16ê Kanûna 2020an ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ragirtî bû, doh 12ê Cotmehê piştî li girtîgehê rewşa wî xirab bû bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Çabuk tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.

Piştî agahdarkirinê malbata Çabuk çû Rizeyê û termê wî ji Saziya Pizîşkiya Dadê ya Rizeyê wergirtin û ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê bi rê ketin. Termê Çabuk, dê li navçeya Pasûrê bi axê bê spartin.

Li gor Amarên Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene ku nexweşiyên 600 kesan ji wan giran in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:40