Hasan Cemal: Li gorî min ne pêvajoya çareseriyê, pêvajoyeke dijwartir dest pê dike

Rojnameger Hasan Cemal diyar kir ku li gorî wî careke din pêvajoya çareseriyê dest pê nake, dibe ku pêvajoyeke din a dijwar dest pê bike.
18.03.2024, Pts - 06:16
Hasan Cemal: Li gorî min ne pêvajoya çareseriyê, pêvajoyeke dijwartir dest pê dike
Nuçe Belav bike

Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd, li Amedê berdewam dike.

Yek ji beşdarên konferansê rojnameger û nivîskar Hasan Cemal bû.

Hasan Cemal derbarê pêvajoya çareseriyê û egera destpêkirina pêvajoyeke din a çareseriyê ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.

Hasan Cemal diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, Kurd di nîvê rê de hiştin.

“Wekî ku pêvajoyeke dijwar dest pê dike”

Herwiha Hasan Cemal anî zimên ku ew derbarê destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê ne pir geşbîn e û got:

“Dema mirov lê dinêre ne wekî ku pêvajoya çareseriyê dest pê dike lê wekî ku pêvajoyeke dijwar dest pê dike ye.

Ev pêşhatên di navbera Enqere û Bexdayê yên dawiyê geşbîniyekê nadin min.”

“Tiştê Selahattîn Demîrtaş gotiye gelekî maqûl e”

Hasan Cemal amaje bi wê yekê jî kir ku ne aliyê Kurd û ne jî Enqere ji bo çareseriyê ne amade ne û wiha berdewam kir:

“Eger dê pêvajoyeke normal a çareseriyê hebe û dê Enqere tê de hebe û dê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî hebe, li aliyê din jî dê Qendîl û Ocalan jî hebin.

Tiştê Selahattîn Demîrtaş gotiye gelekî maqûl e.

Ji xwe pêvajoya çareseriyê bi awayî nebe, çênabe.

Ez wisa dibînim ku aliyê siyasî yê Kurdan û tevgera Kurdan û li hêla din jî Enqere ne amade ne û ji bo pêvajoya çareseriyê tevliheviya zîhnî divê ji holê rabe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:18