HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi kîjan şertî piştgirî bidin Kiliçdaroglu?

Li Tirkiyê her du hevpeymanên sereke; Hevpeymana Cumhur û Hevpeymana Miletê namzedên xwe yên Serokkomariyê destnîşan kirin û serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan dan. Lê Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDPê hatiye damezrandin biryar da ku wê namzedê xwe yê Serokkomariyê destnîşan nekin.
23.03.2023, Per - 07:10
HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi kîjan şertî piştgirî bidin Kiliçdaroglu?
Nuçe Belav bike

Hevgirtiyên Tifaqa Ked û Azadiyê HDP, EMEP, TİP, EHP, SMF û TOP, li Enqereyê bi civînekê rojnamegeriyê derbarê hilbijartinên serokkomariyê de biryar dan ku ji bo têkbirina serokkomarê heyî û namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin.

Metna deklarasyonê ji aliyê Hevseroka HDPê Pervin Buldan ve hate xwendin. Buldan da zanîn, ew erkeke dîrokî bicih tînin û ji bo têkbirina serokkomarê heyî û namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin. Heta niha Tifaqa Ked û Azadiyê bi fermî ranegihandiye ku dê piştevaniya kê bike, lê hevserok û berpirsên HDPê bi germî li namzediya Tifaqa Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dinêrin. Ahmet Turk bo Rûdawê axivî û got ew bi şertê çareseriya pirsa Kurd amade ne piştgirî bidin Kiliçdaroglu. Cîgirê Hevseroka HDPê jî bo Rûdawê ragihand ku ew ê ji bo piştgiriya Kiliçdaroglu nêrîna xwe dûra eşkere bikin. HDP di hilbijartinên herêmî ya sala 2019an de li metropolên Tirkiyê namzedên şaredariyê dernexistibû û piştgirî dabû namzedên CHPê.

Cîgira Hevseroka HDPê Tulay Hatimogullari ji Rûdawê re da zanîn ku ew dengdêrên xwe serbest nehiştine û ew ê di rojên pêş de li ser piştgirîdayîna navê Kiliçdaroglu biryara xwe eşkere bikin.

Parlamentera Edeneyê û Cîgirhevseroka HDPê Tulay Hatimogullari got: “Me di deklarasyonê de biryara xwe bi eşkereyî anî ziman. Em wek HDP li pişt deklarasyona xwe ya hilbijartinan ya 11 xalî ne. Helbet em ê dengdêrên xwe serbest nehêlin û ji bo tercîha wan hin xebatan pêk bînin. Yanê em ê nebêjin kê dixwaze bila li gor dilê xwer deng bide namzedek. Jixwe em ê wek tifaq di nava proseyê de ji bo piştgiridayîna namzedek rê û rêbazan destnîşan bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo piştgiriya namzedê serokkomar şertê wan çareserekirina pirsa Kurd e.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got: “Şer û mercên me ew e ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, demokrasî were, ev siyaseta qeyûman dimeşandin bi dawî bibe û îradeya gel herkes nas bike. Daxwazên me ev in.

Li ser navê Tifaqa Kurdistanî, Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş û Serokê PIAyê Mehmet Kamaç di deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de amade bûn. Biryar e ku di nava demekê nêz de li Amedê Tifaqa Kurdistanî bi deklarasyonekê bê ragihandin.

Namzedê Tifaqa Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di 20ê Adarê de li Parlamentoyê serdana HDPê kiribû û li gel hevserokên HDPê civiyabû. Piştî civînê him Kiliçdaroglu him jî hevserokên HDPê balê kişandibûn ser çareserkirina pirsa Kurd di bin banê Meclîsa Tirkiyê de.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:13