HDP û YSP di hewla diyarkirina nexşerêya xwe ya nû de ne

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên giştî, partiyên siyasî ji bo ku di hilbijartinên heremî de encamên baş bidest bixin, li ser diyarkirina nexşerêyan digerin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku bi navê Partiya Kesk a Çep YSPê beşdarî hilbijartinên giştî bûbû û di encama hilbijartinan de jî gelek rexne lêhatibûn kirin, ji bo ku nexşerêya hilbijartinên heremî diyar bike di nava bizavan de ye.
01.08.2023, Sal - 09:51
HDP û YSP di hewla diyarkirina nexşerêya xwe ya nû de ne
Nuçe Belav bike

Rêvebirên HDP û YSP’ê radigihînin ku bi civînên nav rêxistinên xwe û bi civînên ku bi gel û civakê re lidar dixin re, dixwazin kêmasiyên xwe destnîşan bikin û li gor daxwaz û pêwistiya civakê, neqşerêya xwe jinû ve destnîşan bikin.

Rêvebirên HDPê balê dikşînin ku hin polîtîkayên wan ji aliyê gel ve tên rexnekirin û ew jî ji bo ku wan xeletî û kêmasiyên xwe sererast bikin, di nav kar û xebatan de ne û dê neqşerêya xwe ya nû jî li gor jêderên rexne û daxwazên gel diyar bikin.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Diyarbekirê Zeyad Ceylan ji ajnsa K24ê re got: “Mijar çi dibe bila be, ne tenê di hilbijartinan de, lê bi taybet jî di hilbijartinan de, divê gel di biryargirtinan de cîh bigirin. Bi viyave girêdayî, gel li dijî hevkariyên tifaqa nîn in, lê dibêjin bi awayê ku hatiye kirin jî rast nîn e, dîsa dibêjin em li dijî rojevên di rojeva giştî ya Tirkiyê de nîn in, lê rojevên Kurdan yên sereke jî tecrîd e, pirsgirêka Kurd e ku divê bi rêyên aştiyane û siyaseta sivîl a demokratik bê çareserkirin, rewşa xeter ya li zinda ne ye û bi vana ve girêdayî êrişên 24 saet berdewam yê li Kurdan tên kirin e.”

Çavdêrên siyasî jî radigihînin ku heger HDP-YSP naxwaze di hibijartinên heremî de 5 salên din jî winda bike û bi Kurdan bide windakirin, divê li hember polîtîqayên qayiman, neqşerêyeke baş bide pêşiya xwe û plansaziyên baş ji bo xizmetkirinên şaredariyan amade bike.

Çavdêrê siyasî PROF. Dr. Azîz Yagan dibêje: “Li herema me di salên dawî de pirsgirêka bajêrvanî û xizmetên şaredariyê hene û sedema serekî jî polîtîqayên qayiman e. Em dibînin ku ev polîtîqaya ku AKP’ê daye destpê kirin, CHP jî dixwaze berdewam bike. Ev jî tê wateya ku hûn bixwazin dengên xwe bidin namzetên AKP û CHPê yan jî dengên xwe bidin partiyeke ku ewê qayîm biavinê, bi her awayî hûn qayiman hidibijêrin. Yanî divê ev herêm ji vê xeteriyê bê rizgarkirin. HDPê çewa ku namzetê xwe yê serokkomarî dernexist, di hilbijartinên herêmî de jî, dikare di partiyeke ku qayim neye avêtin yan jî bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe da ku ji bo berjewendiyên heremê encamekî peyda bike. Heger ku ev neye kirin û careke din şaredarî bi qayiman bên birêvebirin, xeteriyên nû jî li pêşiya me ne.”

HDP û YSP piştî encamên nerênî yên hilbijartinên giştî, niha di nav hewldan û bizvan de ne ku polîtîkayên xwe biguhêrin û encamên baş di hilbijartinên heremî de bidestve bînin. HDP-YSP niha piştî ku hemû hevdîtin û civînên xwe bike jî tê pêşbînîkirin ku di meha Îlonê de konferansekê lidar bixin û nexşerêya xwe ya nû diyar bikin û ragihînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:40:38