HDPê cara yekem ragihand: Em dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar “Li vir armanca bidawîkirina rejîma yek zilamî diyarker e. Armanca me bi ya Kiliçdaroglu yê ku soza bidawîkirina rejîmê da û bi vê bernameyê bû berbijêr lihev dike. Ji ber wê yekê divê navê wî bi aşkereyî bê bilêvkirin.”
28.04.2023, Cum - 07:09
HDPê cara yekem ragihand: Em dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu
Nuçe Belav bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar ji nivîskarê rojnameya Sozcû Îsmaîl Saymaz re axivî û cara yekem rasterast aşkere kir ku ew dê piştgiryê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Sancar her wiha destnîşan kir ku wan ji Kiliçdaroglu daxwaza wezaretê yan jî burokrasiyê nekirine.

Beşa têkildarî mijarê ya nivîsa Îsmaîl Saynaz wiha ye:

"Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ê ku min duh pê re hevdîtin kir, cara ewil biryara xwe ya dengdayîna ji bo Kiliçdaroglû ji min re vegot.

Sancar dibêje ku ew ê bi armanca `bidawîkirina rejîma yek zilamî` piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu. Sancar dibêje `Armanca me ew e ku di tûra yekem de hilbijartinê biqedînin. Em wisa difikirin ku ev ê ji bo veguhertina demokratîk a Tirkiyeyê bibe gaveke girîng.` Sancar lê zêdekir ku ji bo vê piştgiriyê tu daxwazên wan ji Kiliçdaroglû nînin.

Daxuyaniyên Sancar wiha ne:

Min bihîst ku we biryar daye ku hûn dê ragihînin ku hûn dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Belê. Em vê hilbijartinê weke hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkiyeyê dibînin. Du armancên me yên stratejîk hene. Armanca yekem, bidawîkirina rejîma yek zilamî ye. Armanca duyemîn jî ew e ku di veguherîna demokratîk de bibin hêza herî bi bandor. Rêya bidawîkirina rejîma yek zilamî di hilbijartina serokomariyê de derbas dibe. Li aliyekî berbijêrê Tifaqa Cumhur heye ku dixwaze rejîmê mayînde bike; Erdogan. Li aliyê din Kiliçdaroglu jî heye ku soza guhertina rejîmê dide. Armanca me bi ya Kiliçdaroglu yê ku soza bidawîkirina rejîmê da û bi vê bernameyê bû berbijêr lihev dike. Ji ber vê yekê me biryar da ku em piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:18