Alîkarê Serokê Grûpa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Saruhan Oluç diyar kir ku ji bo ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dê serlêdana kolektîf pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bikin.
Parlamenterên HEDEPê li ser mijarê li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
“Li cîhanê mînakeke wiha nîne”
Alîkarê Serokê Grûpa HEDEPê Saruhan Oluç di daxuyaniyê de got:
“Ne malbat ne jî parêzerên wî ti xeberê jê wernagirin. Me gelek caran destnîşan kir ku ev rewş pêşketineke li dijî mirovahiyê ye.
Eger em li hiqûqa neteweyî, hiqûqa navneteweyî û peymanan jî binêrin, ev rewş nayê qebûlkirin.
Li cîhanê mînakeke wiha nîne. Mînakek heye ew jî Îmralî ye. Li hemberî birêz Ocalan û 3 kesên din ên li Îmraliyê tecrîd pêk tê.”
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê HEDEPê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî anî ziman:
“Ya li Îmraliyê tê kirin di dîroka Komarê û mirovahiyê de bêqanûniya herî mezin e. Ez wekî parêzerekî jî dibêjim ev skandaleke hiqûqî ye, bê qanûnî ye.
Ev ji bo hemû parlamenterên ku xebatên qanûndanînê dikin cihê rûmetê ye. Divê li hemberî bê qanûniyan bertekê nîşan bidin.
Ev bêhiqûqî bi Îmraliyê re sînordar nîne. Hemû kiryar, bêhiqûqiyên li Îmraliyê wekî penceşêrê di nav gel de belav dibe.”
“Bê hiqûqiya heyî li civakê belav kirin”
Cengîz Çîçek di berdewamiya axaftina xwe de rewşa Gulten Kişanakê û Can Atalay jî bi bîr xist û got:
“Li vî welatî bi hezaran kes zêdetirî 30 salî ye li girtîgehê ne. Bi taybetî jî girtiyên nexweş têne girtin.
Di eslê xwe de bêhiqûqiya li Îmraliyê wekî nexweşî, wekî xirabiyekê li hemû girtîgehan belav bû. Ev ne tesadufî ne. Ji ber vê em ji Îmraliyê re dibêjin çala reş a hiqûqê.”
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê HEDEPê yê Stenbolê Cengîz Çîçek herwiha anî ziman:
“Li hemberî çala reş a hiqûqê pêwîst e em hemû têbikoşin. Pirsgirêka herî kevnar û bingehîn a Komarê Pirsa Kurd e.
Dijmintiya Kurdan ne tenê me tune dike, hemû gelên Tirkiyeyê tune dike. Doh parlementerek me behsa madeya hişbira ku li hemû Tirkiyeyê belav bûye kir.
Divê em van bi pirsgirêka sereke, Pirsa Kurd re girê bidin.
Em careke din dibêjin, nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzîkatiya li hemberî azadiya gelê Kurd û daxwaza wan a demokrasiyê ye. Ev yek rasterast bi şerê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.”