Hevpeymaniya Milet: Berbijêrê me Kiliçdaroglu ye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu weke berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet hat ragihandin.
07.03.2023, Sal - 07:39
Hevpeymaniya Milet: Berbijêrê me Kiliçdaroglu ye
Nuçe Belav bike

Bi mazûvaniya Partiya Saadetê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener civiyan.

Serkirdeyên partiyên navborî li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya Saadetê derketin pêşberî girseyê ku kom bûye.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu yekem axivî û girse silav kir û ragihand ku berbijêrê Hevpeymaniya Milet ê ji bo hilbijartinê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu ye.

Karamollaoglu got: “Helbet rojên ku em tê de dijîn rojên bi êş in. Rehma Xwedê li hemû xwişk û birayên me yên ku jiyana xwe ji dest dane be. Ji birîndarên me re şîfayê dixwazim. Li gelek bajaran hema bêje avahiyên li ser pêyan nemane. Rehma Xwedê li miriyan be. Hûn dizanin çima em îro li vir kom bûne. Hewa hinekî sar e. Erka min e ku biryara me di encama van hevdîtinan de daye ragihînim. Birêz Kemal Kiliçdaroglu serokomarê me ye. Di vê erkê de ji wî re serketinê dixwazim.”

Piştî Karamollaoglu, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu axivî û got: “Gelek sipasîya we dikim. Yunus Emre dibêje ger em parve bikin em dê têr bibin, lê eger em parçe bibin em dê nemînin. Me destnîşan kir ku em hemû rengên Tirkiyê li ser heman sifreyê bînin cem hev. Ev sifre sifreya Halîl Îbrahîm e. Me li ser nexşerêya derbasbûna sîstema parlemanî ya bihêztir li hev kir. Di dema derbasbûna sîstema parlamenteriyê de, serokên partiyên din dê bibin cîgirê serokomar.”

Kemal Kiliçdaroglu kî ye?

Aborînas û siyasetmedar Kemal Kiliçdaroglu di 17ê Cotmeha sala 1948an de li navçeya Qisle ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ew zewicî û bavê 2 keç û kurekê ye.

Xwendina xwe ya seretayî û amadehiyê li navçeyên cuda yên parêzgehên Dêrsim, Wan, Çewlig û Xarpêtê temam kiriye.

Di sala 1971an de xwendina xwe ya bilind li Akademiya Zanistên Bazirganî û Aborî ya Enqerê temam kir.

Piştre heman salê li Wezareta Darayî ya Tirkiyê dest bi kar kir.

Piştî vê bû pisporê hesabê û salekê li Fransayê ma.

Di sala 1983an de li Rêveberiya Giştî ya Dahatan a Tirkiyê hat damezrandin û bû cîgirê rêveberê wê saziyê.

Sala 1991an de bû Rêveberê Giştî yê Saziya Bîmeyên Civakî ya Karmendên Serbixwe, Esnaf û Pîşesazkaran (BAGKUR)

Di 1992an bû Rêveberê Giştî yê Saziya Bîmeyên Civakî (SGK) û di sala 1999an de bi daxwaza xwe ji wî erkê xwe xanenişîn bû.

Di hilbijartinên Giştî yên 3ê Mijdara 2002an de ji Partiya Gel a Komarî (CHP) wek parlamenterê Stenbolê hat hilbijartin.

Di hilbijartinên giştî yên sala 2007an de jî ji ser lîsteya Stenbolê ya heman partiyê careke din wek parlamenter hat hilbijartin.

Di sala 2010an de piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya CHPê îstifa kir, di 33emîn kongreya asayî ya Partiya Gel a Komarî de bi hezar û 189 dengan wek serokê giştî yê wê partiyê hate hilbijartin.

Di despêka serokatiyê de Kiliçdaroglu di hilbijartinên giştî yên sala 2011an de dengên partiya xwe %5,11 zêdekirin.

Di sala 2014an de di 34emîn kongreya asayî ya Partiya Gel a Komarî de careke din weke serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî hate hilbijartin û ji wê demê ve Serokê CHPê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:09