Heyeta Îmraliyê di çarçoveya avakirina komîsyona girêdayî "pêvajoya çareseriyê" bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar piştî civîna xwe ya bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re daxuyaniyek da madyayê.
Mîthat Sancar da zanîn ku hemû partiyên li parlamentoyê dê nêrînên xwe yên li ser "komîsyon"ê bi awayekî nivîskî bidin Numan Kurtulmuş.
"Em dê bi Erdogan û Ocalan re bicivin"
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê bal kişand ser qonaxa pêvajoyê û serdanên xwe û wiha got:
"Pêvajo gihiştiye qonaxeke diyar. Di demên pêş de, em dê li ser van qonaxan zanyariyan bidin lê em dikarin bibêjin pêvajo gehiştiye qonaxeke girîng.
Bi dîtina me, girîng e ku ev pêvajoya aştiyê li ser zemîna diyalogê û zemîna parlamentoyê bi pêş ve biçe.
Ev serdanên me dê berdewam bikin. Em dê di nava hefteyek an du hefteyan de serdana birêz Devlet Bahçelî, birêz Ozgur Ozel û her wiha birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bikin.
Di dawiya van hevdîtinan de jî em dê li Îmraliyê birêz Ocalan ziyaret bikin."
"Ji bo xurttir bimeşe divê parlamento bikeve dewrê"
Mithat Sancar jî li ser rola parlamentoyê û avakirina komîsyonê wiha axivî:
“Ev demeke dirêj e tê gotin ku ji bo pêvajo bi beşdarî û piştgiriya civakî xurt bibe û li ser rêya aştiyê bi gavên pir xurttir bimeşe, divê parlamento bikeve dewrê. Daxwaza me jî ev bû.
Di nava raya giştî û partiyên siyasî de li ser wê yekê ku divê li parlamentoyê komîsyonek were avakirin, lihevkirinek heye.
Derbarê şertên komîsyonê û hûrgiliyên din de hevdîtin berdewam dikin.”
Doza Kobaniyê
Pervîn Buldanê derbarê hinceta biryara Doza Kobaniyê de jî amaje pê da ku li gorî belgeya hatiye amadekirin doz hilweşiyaye û divê girtiyên dozê bên berdan.
Pervîn Buldan wiha pê de çû, “Hevalên me zêdeyî 7 salan e ji ber Doza Kobaniyê girtîne.
Lê di rapora ku hatiye amadekirin de hinceta biryarê pir watedar e ku tiştek nîne hevalên me pê bê tawanbarkirin.
7 sal û nîv in hevalên me bê hiqûqî û bi neheqî di girtîgehê de ne.
Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên din divê bilez bên berdan.
Ji ber ku li gorî hinceta biryarê, Doza Kobaniyê hilweşiyaye."
"Dadgehê biryar tam di 13 mehan de nivîsand"
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî derbarê Doza Kobaniyê de diyar kir ku şêwaza raporê ne hiqûqî ye û her diçe baweriya ji dadweriyê re kêm dibe û got:
“Dadgehê biryar tam di 13 mehan de nivîsand. Ma hinceta biryarekê dibe ku 32 hezar rûpel be? 32 hezar rûpel!
Hevalên hêja, binêrin, min li vir tenê behsa wê yekê kir ku çima bawerî bi dadweriyê nemaye
Biryara ku divê di 15 rojan de were nivîsandin, di 13 mehan de tê nivîsandin û gumanbar û parêzer tenê dikarin di nav heft rojan de bersivê bidin."
Hat ragihandin ku Heyeta Îmraliyê di nav 2 hefteyan de dê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê CHPyê Ozgur Ozel bicive û pişt re jî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ziyaret bike.