Heyeta PAK'ê li Stenbolê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, KURD-KAV û Nûbiharê Kir

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Kasim Ergun roja 02.06.2022yê li Stenbolê seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, KURD-KAV û Nûbiharê kirin.
03.06.2022, Cum - 12:46
Heyeta PAK'ê li Stenbolê Seredana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, KURD-KAV û Nûbiharê Kir
Nuçe Belav bike

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Rêzdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî û rêvebirên Weqfê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li KURD-KAVê , Serokê KURD-KAVê Rêzdar Abdurahîm Delî û rêvebirên KURD-KAVê birêzan Semra Arcan Gokçen, Fusûn Parlak Kiliçalp û Farûk Durre pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li Weşanxane û Kovara Nûbiharê, xwedîyê Nûbiharê Rêzdar Suleyman Çevîk û rêvebirên weşanxaneyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di hersê seredanan da jî, li ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser pirsgirêk û astengîyên li ber xebatên sîyasî, kulturî, weşangerî û rewşenbîrî, sohbet û dan û sitendinên berhemdar pêk hatin.

Heyeta PAKê ji ber pêşwazî kirina wan a germ û dostane, spasîya hersê dezgehan kir.

Mamosteyê Rêzdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, Serokê KURD-KAVê Rêzdar Abdurahîm Delî û rêvebirên weqfê û Rêzdar Suleyman Çevîk jî cuda cuda ji ber vê seredana heyeta PAKê kêfxweşî û spasîyên xwe anîn ziman.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 514 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:15