Huda Par: Bac ji xizanan zêde, ji dewlemendan kêm tê standin

Piştî ku zam hat ser sotemeniyê û baca xerçkirinên taybet zêde bû ev yek di civakê de rastî bertekên berfireh hat. Desthilat dibêje ew li gorî polîtîqayên rasyonel, ango rasteqîn tevdigerin lê heta partiyên nêzîkî desthilatê ne jî ji vê rewşê bi gilî ne.
19.07.2023, Çar - 05:20
Huda Par: Bac ji xizanan zêde, ji dewlemendan kêm tê standin
Nuçe Belav bike

Bertekên li dijî bihabûna sotemeniyê, zêdekirina bacên qerçkirinên taybet berdewam in ku dema bac werin zêdekirin sotemenî jî bihatir bibe ev yek tê wê wateyê ku dê bihabûn di hemû qadên jiyanê de xwe nîşan bide.

Bertekên li dijî zamên hatine kirin gihiştine wê astê ku heta partiyên siyasî yên nêzîkî desthilatê ne jî ji rewşê bi gilî ne. Partiya Doza Azad Hudapar a ji lîsteya Ak Partiyê ketibû hilbijartinê jî derbarê zamên hatine ragihandin de rexneyan li desthilatê dike û dibêje faîz sedema sereke ya pirsgirêkê ye û madem dema faîz zêde dibe bihayê dolar nakeve wê demê çima faîz hat zêdekirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Huda Parê Şeyhmus Tanrikulu ji K24ê re diyar kir: “Kesên ku dahata wan kêm e û rewşa wan a aboriyê nebaş e baceke zêde didin, kesên ku dahata wan jî baş e baceke kêm didin. Divê ev rewş ji holê rabe, li aliyekê jî bihabûn berdewam e û li aliyê din jî bo malnişînên ku dahata wan kêm e zamek berketî nehat kirin. Divê biryara zêdekirina bacê ji aliyê parlementoyê bi pirraniya dengan were dayîn lê ev yek di destê wezîran û serokomar de ye.”

Li gel bertek û rexenyan jî aliyê desthilatê dibêje konjonktura navneteweyî û rewşa Tirkiyeyê pêwîst dike ku zam werin kirin. Rêveberên Ak Partiyê dibêjin ev rewş pirsgirêkeke demkî ye û dema politikaya nu bi temamî were cîbicîkirin dê rewş jî ber bi başiyê ve biçe ku divê were zanîn Karesatek gelek mezin hatibû serê Tirkiyeyê.

Rêveberê AK Partiyê yê Diyarbekirê Zekî Akkoç ji K24ê re diyar kir: “Em jî naxwazin ku zam werin kirin û bihayê kelûpelan zêde bibe, lê rewşa niha me neçar dike ku zam li bacê were kirin. Ez bawer im dê heta nava payîzê an jî serê zivistanê rewş ber bie başiyê ve biçe ku ev rewş derketî holê jî rewşeke demkî ye.”

Rayedarên Ak Partiyê balê dikêşin ku dê heta Hilbijartinên Şaredariyê politikaya nû ya aboriyê encamên xwe yên erênî nîşan bide û didin zanîn ku bi çareseriyeke mayînde jî jî 2 sal bo aboriya Tirkiyeyê pêwîst e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:12