HUDA PARê piştgirî da DEM Partiyê: 'Em gelekî kêfxweş bûn'

Alîkarê Serokê HUDA PARê Serkan Ramanli li ser çalakiyên DEM Partiyê yên ji bo Kurdî got, “Em gelekî kêfxweş bûn ku xebatên me ji bo zimanê Kurdî deng vedan.”
17.02.2024, Cts - 12:31
HUDA PARê piştgirî da DEM Partiyê: 'Em gelekî kêfxweş bûn'
Nuçe Belav bike

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê dirûşma "Dem dema zimanê Kurdî ye" li Amedê bi deklerasyonekê rêzeçalakiyên ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir.

DEM Partiyê biryar da ku di serî de li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û gelek bajar û navçeyan ji 18ê Sibatê heta 21ê Sibatê meşan li dar bixe, daxuyaniyan bide çapameniyê û panelansaz bike.

Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli nûçeya Rûdawê ya ku behsa çalakiyên DEM Partiyê yên ji bo Kurdî dike, li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û piştgirî da DEM Partiyê.

“Em gelekî kêfxweş bûn”

Ramanli di peyama xwe ya ku bi Kurdî û Tirkî parve kir de wiha got:

“Em gelekî kêfxweş bûn ku xebatên me ji bo zimanê Kurdî deng vedan.

Wekî ku ez her dem dibêjim, ziman mijareke raserî partiyan e. Înşalah partiyên me yên din jî dest bi xebatên wiha bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 941 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:43