Hunermenda Tirk Ezgî Mola Jîna Emînî bi bîr anî

Lîstikvana navdar a Tirk Ezgî Mola dema xelata 'Lîstikvana Jin a Herî Baş a Rêzefîlma Komedî' ya Altin Kelebek wergirt, bal kişand ser rakirina 'polîsên exlaqî' li Îranê piştî xwepêşandanan, Jîna Emînî bi bîr anî û got, “Ez dixwazim ev nûçeyên xweş li welatê me jî were jiyîn” û daxwaz kir ku partiyên li ser mafê jiyana wekhev qanûnan derxin.
05.12.2022, Pts - 07:53
Hunermenda Tirk Ezgî Mola Jîna Emînî bi bîr anî
Nuçe Belav bike

Lîstikvan Ezgî Mola ya ku roja Yekşemê 4ê Berfanbara 2022an di Xelatên Altin Kelebek de xelata Lîstikvana Jin a Herî Baş a Rêzefîlma Komedî' wergirtibû, di axaftina xwe ya li ser dikê de bal kişand ser xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bang li partiyên siyasî yên Tirkiyê kir ku qanûna "mafê jiyana wekhev ji bo hemû zindiyan" derxînin.

Ezgî Mola di axaftina xwe ya ku ji salonê coşeke mezin wergirt de got, “Îro ji Îranê xebereke xweş hat. Hate gotin ku 'polîsê exlaqê' hatiye rakirin û êdî wê nebe. Ez dixwazim bibêjim ku em bi wan re ne. Di heman demê de ez dixwazim li welatê me ji bo ku dawî li kuştina jinan were xweşiyên ku di yasayên me de bêne kirin bibînim û bibihîzim û pîroz bikim. Ez dixwazim ev nûçeyên xweş li welatê me jî were jiyîn. Di parlamentoyê de, kî çi difikire ne xema min e, ez dixwazim yasa bêne derxistin ku hemû parlementerên hemû partiyan bi heman zimanî biaxivin, li heman cihî bisekinin û mafê jiyana wekhev ji bo hemû zindiyan, ji bo zarokên me, ji bo hemû zindiyan biparêzin.”

Her çend zanyariyên hilweşandina polîsên exlaqê yên Îranê hatine belavkirin jî ji zimanê serdozgerekî Îranê ve lê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 626 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:39:39