Îraq û Tirkiyeyê yadaştnameyeke hevfêmkirinê di warê ewlehî û serbazî de îmza kir

Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Enqereyê yadaşta hevfêmkirinê ya navbera her du welatan di warên serbazî, ewlehî û rûbirûbûna terorê de îmza kir.
16.08.2024, Cum - 10:04
Îraq û Tirkiyeyê yadaştnameyeke hevfêmkirinê di warê ewlehî û serbazî de îmza kir
Nuçe Belav bike

Piştî ku duhî şandeke bilind a Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên bi hevaltiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê û Serokê Desteya Heşda Şebî gehişt Enqereyê, îro (Pêncşem, 15.08.2024) bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Bergiriyê û berpirsên din ên bilind ên wî welatî re civiya.

Piştî civîna çarê ya mîkanîzma bilind a ewlehiyê ya navbera Îraq û Tirkiyeyê, yadaştnameyeke hevfêmkirinê ya hevpar di warên ewlehî, serbazî û rûbirûbûna terorê de hat îmzakirin. Herwesa Wezîrê Derve yê Îraqê di konferanseke rojnamevanî de jî ragehand, “Serbazgeha Başîkê dibe serbazgeheke meşqpêkirina hêzên Îraqê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Em dilxweş in ku li Îraqê haydariya li beranberî PKKê zêde bûye. Ragehandina PKKê wekî gefa hevpar û paştir jî binavkirina wê wekî rêkxistineke qedexekirî gelek bibiha ye. Me behsa peywendiyên ewlehî û serbazî û hewalgirî kir. Ez dixwazim pêşhateke dîrokî rabigehînim ku ev demeke em li ser wê kar dikin. Yadaştnameyeke hevfêmkirinê di warên serbazî, ewlehî û rûbirûbûna terorê de ji aliyê wezîrên bergiriyê ve hat îmzakirin, peywendiyên me bê veqetiyan dê berdewam bin.”

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di derheqa îmzakirina wê yadaştê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ev yadaşt peywendiyên me yên dualî ber bi pêştir ve dibe, herwesa tekezkirina pabendiya me ya hevpar e li ser aştî û seqamgiriya deverê, bi awayekî ku berjewendiyên hevpar bi dest bixe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:47