Îsraîl û Tirkiyê biryar dan peywendiyên xwe normal bikin

Yair Lapid ragihand, peywendiyên Îsraîl û Tirkiyê bi tevahî vedigerin “rewşa xwe ya asayî” û dibêje, Tel Aviv û Enqerê biryar dane ku balyoz û konsulan vegerînin ser karê xwe.
17.08.2022, Çar - 13:57
Îsraîl û Tirkiyê biryar dan peywendiyên xwe normal bikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand, peywendiyên Îsraîl û Tirkiyê bi tevahî vedigerin “rewşa xwe ya asayî” û dibêje, Tel Aviv û Enqerê biryar dane ku balyoz û konsulan vegerînin ser karê xwe.

Biryara “asayîkirina peywendiyên Îsraîl-Tirkiyê” piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid de hat ragihandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di twîttekê de ragihand, Piştî axaftina min bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, Îsraîl û Tirkiye balyoz û konsulên xwe vedigerînin. Nûkirina têkiliyên bi Tirkiyê re ji bo aramiya herêmê û ji aliyê aborî ve jî ji bo welatiyên Îsraîlê gelek girîng e. Em dê hewldanên ên ji bo bihêzkirina pêgeha navneteweyî ya Îsraîlê li cîhanê bidomînin.

Yair Lapid diyar kir, “Vegerandina peywendiyên dîplomatîk berdewamiya meyleke erênî ye di pêşketina peywendiyan de ji sala borî ve û ji dema serdana Serokê Îsraîlê Isaac Herzog bo Enqerê û serdanên wezîrên derve yên herdu aliyan.”

Lapid dibêje, “Pêşvebirina peywendiyan dê bibe alîkar ku têkiliyên di navbera gelan de kûrtir bibin, têkiliyên aborî, bazirganî û geştiyariyê zêde bikin û aramiya herêmê xurt bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Derve yê Îsraîlê Alon Ushpiz û Alîkarê Balyozê Tirkiyê Sedat Onal duh bi şev hevdîtin pêk anîne û got: “Ev normalîzekirin dê bibe sedema kûrkirina têkiliyên navbera welatan, zêdekirina têkiliyên aborî, bazirganî û tûrîzmê û xurtkirina îstiqrara herêmê.”

Tirkiyê jî daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihand ku dê di navbera her du welatan de balyoz bên destnîşankirin.

Çavuşoglu got, “Piştî ku hikûmeta nû dest bi kar kir, li Îsraîlê pêvajoya diyalogê dest pê kir. Jixwe di nav gavên ku em dê ji bo asayîkirina peywendiyan bavêjin tayînkirina balyozan jî hebû. Me daxuyaniyek da ku ji bo tayînkirina balyozan me dest bi xebatan kiriye. Ji Îsraîlê jî gavek erênî hat. Weke Tirkiyê me biryar da ku em balyozê xwe li Îsraîlê diyar bikin. Li ser xêrê be. Piştî wê jî pêvajoya diyarkirina navan dest pê dike.”

Çavuşoglu herwiha got, ku tevî asayîkirina peywendiyên bi Îsraîlê re ew dê “parastina mafên Filistînê bidomînin”.

Ji 12 sal beriya niha ve û piştî bûyera keştiya Mavi Marmara peywendiyên Îsraîl û Tirkiyê di rewşeke aloz û hin caran krîzê de bûn.

Di 31ê Gulana 2010an de hêzên Îsraîlê êrîşî keştiya Mavî Marmarayê kir ku ji aliyê Tirkiyê ve alîkariyên mirovî dibir Xezzeyê û di encamê de 10 kes hatin kuştin, ji ber wê bûyerê krîza di peywendiyên Îsraîl û Tirkiyê de dest pê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:41