ÎYÎ Partî ji Tifaqa Milet vekişiya

Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener ragihand, ji bo namzetê serokomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine.
04.03.2023, Cts - 06:52
ÎYÎ Partî ji Tifaqa Milet vekişiya
Nuçe Belav bike

Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener ragihand, ji bo namzetê serokomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine û got: “5 partiyan got Kiliçdaroglu, em dibêjin Mansur Yavaş an Ekrem Îmamoglu.”

Meral Akşener, piştî civîna ligel berpirs û parlamenterên partiya xwe di konferanseke rojnamevaniyê de got: “Di civîna duh de me behsa namzetê serokomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel namzetiya Kilicdaroglu ne. Me ji bo namzetiya serokomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erkê sereke yê li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Akşener bang li Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kir ku di pêvajoya namzetiya serokomariyê de berpirsiyariyê werbigirin û got: “Me ji bo milletê xwe înad kir. Em rûbirûyî sivkatiyê bûn lê me li berxwe da. Bêbextî li me hat kirin lê em rûbirû bûn. Em hatin lînckirin, lê em hilneweşiyan. Bêyî ku em aciz bibin û dest jê berdin em bi berdewamî axivîn, me nêrîna xwe got û bi wan da guhdarkirin. Lê mixabin nebû. Ez bi xemginî dibêjim ku di rewşa dawî ya ku em hatinê de ji duh û şûnde maseya 6 partiyan, şiyana xwe ya nîşandana îradeya millet ji dest daye.”

Meral Akşener got: “Di pêvajoya salek borî de ji bo ku li welatê me demokrasî ji nû ve bê avakirin, me gelek îmzeyên girîng avêtin. Ji ber wê jî çi dibe bila bibe em li pişt wan îmzeyên xwe û wam sozan in ku me dane miletê xwe. Lê em ne li ser maseyeke qumarê, ne jî li ser maseyeke noterê cih nagirin. Em îradeya 85 milyonan radestî yek îradeyê nakin û naxin metirsiyê. Em bi awayek eşkere sedsala nû ya komara me tine nakin. Em hêviya qezenckirinê ya miletê xwe jinav nabin. Em hebûna milletê tirk û îradeya wê nahêlin bo gotina ji devê 2 kesan derdikeve. Em welatê xwe radestî sîstemek ucube nakin ku tenê krîzan diafirîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:56:37