Ji ber axaftina zimanê Kurmancî dengê bernamê hat birîn

Televîzyona Fox ku li tirkiyê weşanê xwe dike bernameyek bi nav ' Kulîlkên wendayî' şexsek ku bi zindî girêdayî weşanê bû gava bi Kurmancî peyivî dengê bernamê hat birîn.
16.08.2017, Çar - 12:02
Ji ber axaftina zimanê Kurmancî dengê bernamê hat birîn
Nuçe Belav bike

Piştî Kurmancî axaftina wî şexsê rêvabira bernameyê Inci Ertugrul daxwaz ji hevwelatiyê Kurd kir , “bi tirkî biaxife, ji bo ku her kes tê bigihe”.

Liser van gotinên Ertugrul, beşdarên din ên bernameyê li çepikan xistin û hevwelatiyê bi nave Sidiq destpêkir bi tirkî biaxife. Inci Ertugrul kêfxweş bû û diyarkir: “Binere, tu çi xweş bi tirkî diaxife”.

Lê di medya civatî de bi taybetî Kurdan dilgiraniya xwe ji helwêsta Fox TV anîn ziman, ku nehiştin Kurdek bi zimanê xwe bipeyive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:02