Ji ber belavokên bîranîna teqîna Pirsûsê 17 kes hatin desteserkirin

Lê polîsan rê li ber çalakvana girtin û ligel Hevseroka ESPê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî û Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst Alev Ozkîraz 15 kesên hatin desteserkirin.Pirsûs, asp, çalakvan, polîs, belavok
19.07.2020, Paz - 06:34
Ji ber belavokên bîranîna teqîna Pirsûsê 17 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

li Stenbolê polîsan ji ber belavkirina belavokên ji bo bîranîna qurbaniyên teqîna Pirsûsê ya 2015an 17 kes desteser kirin.

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Şoreşger û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF) ji bo bîranîna 33 qurbaniyên teqîna Pirsûsê belavok belavkirin.

Lê polîsan rê li ber çalakvana girtin û ligel Hevseroka ESPê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî û Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst Alev Ozkîraz 15 kesên hatin desteserkirin.

17 kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Polîsan a Kadikoyê hatin şandin.

Di 20ê Tîrmeha 2015an de li Navçeya Pirsûs a Rihaya Bakurê Kurdistanê li dijî ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist û HDPê ku xwestin pêlistokan bibin ji zarokên Kobaniyê re, di dema daxuyaniya rojnamevanî de êrîşa xwekujê DAIŞê pêk hat û di encamê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 719 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:49