Ji Demîrtaş, derbarê 'bikaranîna çekên kîmyewî li dijî endamên PKKê daxuyanî

Selahattin Demirtaş di peyama xwe ya derbarê "Li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî hatin bikaranîn" bang kir û got “Ji bo diyarkirina rewşê divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçe herêmê û lêkolînan bike. Divê şert û mercên vê yekê bên peydekirin.”
20.10.2022, Per - 05:24
Ji Demîrtaş, derbarê 'bikaranîna çekên kîmyewî li dijî endamên PKKê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, diyar kir ku ev îdia bi rêya parêzerên wî ji wî re hatiye ragihandin.

Demîrtaş di derabrê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Parêzerên min ragihandin ku li ser medyaya civakî dîmenên çekên kîmyewî li dijî endamên PKK'ê tên bikaranîn hene.

Ji bo diyarkirina rewşê divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçe herêmê û lêkolînan bike. Divê şert û mercên vê yekê bên peydekirin.

Parlamento û muxalefet nikarin li hemberî van dîmenan bêdeng bimînin. Derbaskirina wê bi bêdengiyê pejirandina sûcê ye.

Hinceta wî çi dibe bila bice bikaranîna çekên kîmyewî, li her derê cîhanê sûcekî giran e.

Berpirsê eşkere yê sûcekî bi vî rengî wê desthilatdariya AKP-MHP'ê be ku di polîtîkaya şer de sînoran nas nake.

Bila kes kêliyekê jî ji bîr neke ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û di sûcê dijî mirovahiyê de demborî tine.

Kesên ku sûcekî wiha bikin, tekez wê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesabê bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:28