Ji KCD'ê bo girtina PDK-T şermezarî!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) girtina Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkîye (PDK-T) şermezar kir û ragihand "Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn."
27.10.2017, Cum - 10:52
Ji KCD'ê bo girtina PDK-T şermezarî!
Nuçe Belav bike

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di mijara girtina Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkîye (PDK-T) daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KCD'ê di daxuyanîya xwe de bibîranî ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji ber peyva "Kurdistan" a di navê partiyê de derbas dibe bi daxwaza girtinê angaştnameyek di sala 2014'an de amade kir û angaştname pêşkêşî Dadgeha Makezagonê kir û hat qebûlkirin. KCD'ê got "Qebûlkirina angaştnameyê derveyî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê ye û ev yek rê li ber metirsiyê vedike. Ji ber peyva Kurdistan, girtina partiyeke siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin."

Daxuyanîya KCD'ê wiha berdewam dike "Peyva 'Kurdistanê' wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn. Di vir de pêşdarazî û hewldana neyartiyê ya li hemberî nirx û hebûn a gelê kurd û Kurdistanê heye. Makekanûna 1921'an, girtekên civînên TBMM'ê, girtekên hevdîtinên navneteweyî, arşîvên dîrokî û belge, her wiha di axaftin û nivîsandinên di navbera rayedarên dewletê û rûsipiyan û hwd. de têgeha Kurdistanê di nava jiyana civak û siyaseta Tirkiyeyê de wekî rastiyekê piştrast dike. Rastiyek heye ku ew jî ev e; bi biryara dadgehê nikarin rastiya civakî û dîrokê biguherînin. Ev yek bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk vê nêzîkatî û hişmediyê şermezar dikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1461 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:57:55