Ji Kiliçdaroglu, derbarê HDP û referandûmê de daxûyanî

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo îdîayên tifaqa bi HDPê re got: "Em CHP ne, ma em ê çima tifaqê bikin. Wekî her kesî em jî ji welatiyên xwe yên kurd û ji hemû welatiyan dengan dixwazin.
11.09.2017, Pts - 06:31
Ji Kiliçdaroglu, derbarê HDP û referandûmê de daxûyanî
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di merasîma bi munasebeta salvegera 94emîn a CHPê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Kiliçdaroglu ji bo îdîayên tifaqa bi HDPê re got: "Em CHP ne, ma em ê çima tifaqê bikin. Wekî her kesî em jî ji welatiyên xwe yên kurd û ji hemû welatiyan dengan dixwazin."

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ji hemû welatiyan dengan dixwazin. Ji Enqere, Stenbol, Diyarbekir, Mêrdîn û Îzmîr, ji hemwelatiyên xwe dengan dixwazin. Hemû partî ji welatiyan dengan dixwazin. Mirov sozekî dide dengdêran dibêjin dengên xwe bidin min ez ê filan pirsgirêkê çareser bikim. Kes nabêje dengan bidin min ez ê bi filan partiyê re tifaqê bikim. Em bi ti kesî re tifaqê nakin û mentixê vê jî tuneye."

Her wiha Kiliçdaroglu di derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de jî anî ziman; "Em yekîtiya xaka Iraqê di serî de heya niha diparêzin. Ev yek tenê ne mijara me ye, Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ye jî.Hiqûqa Navnetewî jî vî mijarêde nêrînê xwe dide zanîn. Li gorî Destûra Iraqê Rêveberiya Kurdan liwir heye, em dijî vî yekê nînin.Lê em referandûmê rast nabînin. Dibe ku ev referandûm li Iraqê berî li alozî û şerê Kurd- Ereb bide destpê kirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:35