Ji Lezgîn Botan bo Parlemetoya Tirkiyê îtiraza 'Kurdistan'

Parlementerê HDP'ê ya bajarê Wanê Lezgîn Botan di axaftina xwe ya ku Lijneya Giştiya Tirkiyê de kiriye di derbarê bi tîpên biçûk destpêkirina nivîsandina bêjeya Kurdistanê de ku dikeve girtekande îtiraz kir.
09.11.2017, Per - 10:17
Ji Lezgîn Botan bo Parlemetoya Tirkiyê îtiraza 'Kurdistan'
Nuçe Belav bike

Lezgîn Botan bi pirsa, 'Hun peyva Kurdistanê çima biçûk dinivisînin?' û di derbarê vî mijarê de axaftinên Serokomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan bibîrxist. Botan devama axaftina xwe de got; "Erdoğan jî got, ev nav serdema Sultan Sencer heya niha heye. Kurd netewekên, zimanê wan jî Kurmanciye. Axa ku liser dijîn jî bi nav Kurdistan e."

Botan bal kişand li ser vî yekê û got; "Girtekên meclîsê yên berê de peyva Kurdistan li gorî zimansaziya Tirkî dihat nivîsandin. Li niha ev yek guherî. Gava me ev yek ji Serokê Parlementoyê pirsî, bi bersivek pir sosret dan me û got, tiştek wek 'Kurdistan' nine."

Her wiha Botan dibêje, "bi vî şeklê nivîsandina peyva Kurdistan hun zimanê xwe re xiyanet dikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:05:49