Kiliçdaroglu derderbarê hilbijartinan de daxuyaniyek belav kir

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdar got “Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Paşê jî em dê rabin ser piyan vê hilbijartinên bistînin.”
15.05.2023, Pts - 14:55
Kiliçdaroglu derderbarê hilbijartinan de daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu piştî encamên hilbijartinên 14ê Gulanê daxuyaniyek belav kir.

Kiliçdaroglu ku li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir wiha nivîsî:

Gelê min ê hêja, em ji duh ve bê navber dixebitin. Qet bêhî nebin. Ez ê rast bisekinim. Ez ê tesbîtên xwe yên zelal ên derbarê tiştên qewimîne de ji we re vebêjim. Piştre jî em dê rabin ser piyan tev bi hev re vê hilbijartinên bistînin. Di dawiya her tiştî de, wê tenê tiştê ku miletê me dibêje bibe.”

Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an da ji sedî 100 sindoq hatin vekirin.

Li gorî encaman Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,39, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,97 û Sînan Ogan jî ji sedî 5,21ê dengan wergirtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:48