Kiliçdaroglu: Em dê dawî li qeyûman bînin

Berbijêrê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu got “Em dê demokrasî û aştiyê bînin ser her bihostekî axa vî welatî. Em dê dawî li sepana qeyûman a ku li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin e jî bînin.”
24.04.2023, Pts - 14:34
Kiliçdaroglu: Em dê dawî li qeyûman bînin
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Berbijêrê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Qesê ya Bakurê Kuridstanê bi Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş re beşdarî mîtînga partiya xwe bû.

Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku ew dê dawî li qeyûman bînin û çend xalên girîng ji axavtina wî wiha nin:

Dê bihar bê Qersê jî, Tirkiyê jî, Cîhanê jî. Gava ku Kiliçdaroglu soz da, tekez dê wê bike.

Dahata we ket? Eger nikaribin pirsgirêkên me çareser bikin, tişta ku divê em bikin guhertin e. Em dê Desthilatê biguherînin. Erka me ye ku em hikûmeteke xweştir û bi exlaqtir bînin.

Li Qersê nifûsa ciwanan zêde ye, lê stadyumeke birêkûpêk nîne. Ez dixwazim bang li birayên xwe yên ciwan bikim: Li bajarê ku hûn lê ne divê hem kar bê dîtin hem jî hûn di aramiyê de bijîn.

Em ê Qers, Îdir û Erdexanê û Erzirom jî di nav de weke herêmên aborî yên taybet ragihînin bikin. Hûn ê bibînin ka ew çawa tê hilberandin. Bazara çandiniyê li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê 25 milyar dolar e. Hûn dê bibînin çewa par ji vê bazarê tê wergirtin.

Em dê demokrasî û aştiyê bînin ser her bihostekî axa vî welatî. Em dê dawî li sepana qeyûman a ku li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin e jî bînin.

Birayên xanenişîn xemgîn nebin: Ji sala 2015an ve min daxwaz kiriye û parastiye ku ji bo hemû kesên xanenişî di cejnên Remezanê û Qurbanê de herî kêm bi qasî mûçeyê kêmanê mûçeyek îkramiye bê dayîn. Kêm dan. Hûn dê Bay Kemal hilbijêrin. Hûn dê di cejna Qurbanê de 15 hezar lîre di hesabê xwe de bibînin.

Em ê ji bo her kesî edaletê bînin. Di 100 saliya Komarê de em dê 100 hezar mamoste tayîn bikin û hemû dibistanên gundan vekin.

Em ê li dijî baronên hişbiriyê têkoşîn bikin. Dewleta civakî wê bibe temînata hemû jinan. Ezê ji çeteya pêncan bistînin, bidim we. Ti eleqeya min bi pereyan re nîne. Ez mafê evdan naxwim, heram naxwim. Deng bidin nedin, rêzê li her mirovî digrim. Em wek Tifaqa Millet bi hev re ne. Biçin ser sindoqan dengên xwe bidin û em qedera Tirkiyê biguherînin. Em dewlemendiya Tirkiyê bi awayekî dadwerî parve bikin.

Em ê di nava 2 salan de birayên xwe yên Sûriyeyî bêyî nijadperestî bişînin welatên wan. Em ê bi hev re di nava aşitî û aramiyê de bijîn.

Bêyî ku tu kesî cuda biki, bêyî ku li nasname, şêwaza jiyanê û baweriya kesî bipirsi, em dê di bin ala xwe de di nava aştiyê de bijîn. Ez soza vê didim! Ez soz didim te Qersê, ez dê vê bikim!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:09