Kiliçdaroglu ji Beşar Esed re name şand

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji bo kesên ku di erdhejê de li Sûriyê canê xwe ji dest dane, nameyeke sersaxiyê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şand.
24.02.2023, Cum - 07:04
Kiliçdaroglu ji Beşar Esed re name şand
Nuçe Belav bike

Partiya Gel a Komarî (CHP) di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di nameya xwe de diyar kiriye ku erdheja 6ê vê mehê wek Tirkiyê bandoreke mezin li Sûriyê jî kiriye û bûye sedema êşan.

Kemal Kiliçdaroglu di nameya xwe de ragihandiye: “Ez dixwazim hûn bizanin ku em di dilê xwe de hest bi êşa windahiyên welatê me û gelê Sûriyeya cîran dikin. Vê karesat û êşê careke din nîşan daye ku çarenivîsa me yek e û em hevbeş û cîran in. Em êşa hevbeş a gelên xwe parve dikin. Bi vê armancê ez sersaxiyê li we û gelê we dikim û hêvî dikim ku di siberojê de em ne êşan, hêviyên xwe parve bikin.”

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û bi hezaran kesî canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:50