Kilicdaroglu roja Şemiyê serdana HDPê dike

Berbijrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu dê roja şemiyê bi Hevserokên HDPê re hevdîtinê bike.
15.03.2023, Çar - 12:37
Kilicdaroglu roja Şemiyê serdana HDPê dike
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di nav hefteyê de ragihdandibû, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana HDPê bike û bi hevserokên HDPê re hevdîtinê bike.

Roja serdana Kilicdaroglu bo HDPê diyar bû.

Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu dê roja Şemiyê 18ê Adarê saet 13:00an de serdana navenda HDPê bike û dê bi hevserkên wê partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtinekê pêk bîne.

Hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyê dê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin. Heta niha Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Muharrem Înce berbijêriya xwe bo serokkomariyê eşkere kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 836 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:13:05