Kurdên penaber dixwazin vegerin axa xwe

Jiber şerê navxweyî ê Sûriye'yê di sala 2011'an de destpêkiribû û şer ketiye sala xwe ya 6'emîn. Di heyama vî şerê wêranker de ku niha jî berdewam dike bi sedhezaran sivîlan canê xwe ji dest dan û bi milyonan kes jî neçar man ku cih û warên xwe biterikînin
18.08.2017, Cum - 10:42
Kurdên penaber dixwazin vegerin axa xwe
Nuçe Belav bike

Di vê rêwitiya mecbûrî a bo welatên Ewropayê de jî bi hezaran sivîlan canê xwe ji dest dan. Li Sûriyê niha li aliyekê şer berdewam dike û li aliyê din tevî bajarên kavil û wêrankirî jî jiyan berdewam dike û van heyamên dawiyê agahiyên li ser vegera koçberan jî zêde bûne. Serokê Navenda Lêkolînên Siyaset û Koçberiyê ya Zaningeha Hacettepeyê Doç. Dr. Murat Erdoğan li ser rewşa penaberan û vegera wan ji Heftenameya Basê re axivî.

Ev heyameke mijara vegera penaberên Sûriyeyê di rojevê de ye. Li gorî hin çavkaniyan, Neteweyên Yekbûyî derheqê rewşa penaberan de dibêje ku nêzî 500 hezar kes di sala 2017an de, him di nav Sûriyê, him jî yên derveyî Sûriyê vegeriyane malên xwe. Doç. Dr. Murat Erdoğan li ser vê mijarê wiha dibêje,“Bi rastî ez vê hejmarê gelek zêde dibînim, bi min ev hejmar, hejmarekî gelek zêde ye.”

Akademîsyen Erdoğan dibêje eger vegerek hebe jî ev wê bi daxwza penaberan pêk bê û axaftina xwe wiha didomîne: “Bi ya min ev veger bi daxwaza penaberan dibe. Di vê mijarê de Neweteyê Yekbûyî her rewşê dişopîne û ji ber vê ye ku ev çûyîn wisa bi hêsanî çênabe. Ji xwe dema ku mirov bêjin em ê vegerin, biçin wê demê Neteweyê Yekbûyî, li ser mijara’ Gelo penaber bi dildarî an bi zorî dixwazin vegerin? ’, lêkolîn dike û rewşê mêze dike. Yanê wisa penaber bi hêsanî venegarin cî û warên xwe. Helbet, niha vegera penaberan bi daxwaza wan jî dibe. Ew tiştek asayî ye, çimkî di nav serjimara penaberên Sûriyê de hin alî hene dibe ku cî, war û malên xwe êdî ewle dibînin, an jî hin endamên malbatên wan di kampan de mane û dixwazin wan bibînin. Her wisa dibe ku ew kesana hêviyên xwe ji Tirkiyeyê birîne û dixwazin vegerin. Bi ya min daxwaza penaberan ku dibêjin emê vegerin, tiştek asayî ye û divê wisa jî bê fem kirin.

Erdoğan derbarê rewşa şerê Sûriyeyê de jî wiha diaxive, “ Helbet Sûriyê niha ne cihekî ewle ye! Li Sûriyê kî çi dike ne diyar e û her tişt tevlihev xuya dike. Kî li cem kî ye ne diyar e… Îro Tirkiyê û Rûsya hevkariyê dikîn lê kî dikare bibêje ku sibê wê ev têkilî çi be. Îro Kurd û Amerîka hevkariyê dikin, dîsa kî dikare bibêje ku sibê Kurd û Rûsya hevkariyê dibe ku bikin û têkilî û danûstandinên din derkevin holê. Ji ber rewşeke wisa bi min mirov nikare bibêje ku li Sûriyeyê wê şer demildest zû xilas bibe. Ez wan agahiyan wek supekulasyon dibînim yanî mirov nikare niha tiştek teqez bibêje. Bi ya min nûçeyên derheqê çûyina penaberan de, ne rast in. Her wisa mirov dixwazin nûçeyên wisa zêdetir derkevin pêş çimkî civak dixwaze, vegera penaberan zêdetir bibîhîse ji loma bi qestî nûçeyên derheqê vegera penaberan de derdixin pêş û dixwazin bibêjin’ lê mêzebikin penaberên Sûriyeyê diçin, vedigerin malên xwe’. Gava ku yên vedigerin dibînin jî dixwazin vê ya zêdetir ber bi çav bikin. Me dît di cejnê de piraniya penaberan çûne welatê xwe lê dîsa vegeriyan Tirkiyeyê.

Erdoğan li ser rewş û daxwaza vegera penaberên Kurd yên li Tirkiyeyê de dijîn wiha diaxife, “ Li Tirkiyeyê hin penaber dixwazin vegerine malên xwe û hejmara wan bi qasî 70ê hezaran e. Piraniya wan penaberan jî Kurd in. Ji xwe mirov dikare bibêje ku li Tirkiyeyê yên ku dixwazin vegerine malên xwe hema bibêje tevahiya wan Kurd in. Di destê me de, dokumentên fermî tune ne, tu carî dokument wisa jî li cem me tune ne. Lê elê kesên ku li qadê ne agahiyan ji penaberan digirin an jî bi awayên din haja me agahiyên wisa çêdibe. Bo vegerê sedema motîvasyona Kurdan heye ku biçin cî û warên xwe. Çimkî xeyalên wan, birdoziyên wan û îdealên wan hene. Ew tişt Kurdan bo çûyînê motîve dike.“

Doç. Dr. Murat Erdoğan di derheqê rewş û daxwaza vegera penaberên din jî diyar dike ku ji bilî Kurdan penaberên din naxwazin vegerin malên xwe û wiha pê de diçe: “Belê bi qasî 70ê hezar kes biçin jî di salê 90 hezar zarokên penaber li Tirkiyeyê jidayîk dibin. Li Tirkiyeyê ji ber vê dîsa bi qasî 70î hezar kes wê hebin. Yanê ji çûyîna penaberên din tiştek naguhêre. Rewş ew e û wisa ye. Ez wisa difikirim ku em dixwazin hinek baweriya xwe ji nûçeyên ku behsa vegera penaberan dikin, bînin. Bi ya min nûçeyên wisa ne ev qas rast in. Yanê rewşa penaberan Tirkiyeyê wisa zû nagûhere wê wisa berdewam bike. A rast niha di vê rewşê de, di rewşa Sûriyeya niha de vegera penaberan ne tiştekî aqilane ye.”

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1476 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:59