Kursên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî ragihand ku kursên wan yên Kurdî yên demsala payîzê dest pê dikin.
13.10.2023, Cum - 13:13
Kursên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dê hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû bên dayîn.

Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku kursên wan ên rûbirû tenê li Stenbolê tên dayîn.

Di bernameya wan de kursên zaraveyên Kirmanckî (Zazakî), Kurmancî (Kurmanciya Jor) û Soranî (Kurmanciya Jêr) yên Kurdî hene.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Lêkolînên Kurdî, dersên Kurdî 14ê Çiriya Pêşînê dest pê dikin û 12 hefteyan dewam dikin.

Kursa Kurmancî asta yekem, duyem û sêyem hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû tê dayîn lê asta çarem tenê bi awayê rûbirû ye.

Kursa Kirmanckî jî asta yekem û duyem hem bi awayê online û hem bi awayê rûbirû tê dayîn.

Kursa Soranî jî niha tenê asta yekem heye û ew jî bi awayê online tê dayîn.

Heman komelê 7ê Kanûna Pêşîn jî bi awayê online dest bi kursên zaravayên Hewramî û Kelhûrî yên Kurdî jî dike.

Komeleya Lêkolînên Kurdî herwiha da zanîn ku ev cara yekem e ew kursên zaravayên Hewramî û Kelhûrî vedikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:11