Leşkerekî Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li parêzgeha Idlibê li Bakurê Sûriyê ragihand.
14.01.2023, Cts - 06:56
Leşkerekî Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Şemiyê 14ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di encama êrîşeke mûşekî bo ser hêzên wan ên li navçeya operasyonê ya Mertala Firatê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew êrîşa mûşekî roja 13ê Çileya 2023an hatiye kirin. Di êrîşê de çawişê pispor ê bi navê Selçuk Kurt destpêkê bi giranî birîndar dibe û piştre bo nexweşxaneyê tê rakirin, lê tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê dimire.

Operasyona Mertala Firatê ya artêşa Tirkiyê parêzgehên Cerablus, Elbab û Helebê yên Bakurê Sûriyê lixwe digire û 24ê Tebaxa 2016an destpê kir. Li gor amaran li Bakurê Sûriyê 113 xalên leşkerî yên gerok û cîgir ên Tirkiyê hene.Ew xal dikevin sînorê 5 parêzgehan û bi vî awayî ne: 55 li sînorê Helebê, 43 li Idlibê, 9 li Reqqayê, 4 li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û 2 jî li Laziqiyê ne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:03