Li 11 bajaran operasyona HDP: 42 kes hatin desteserkirin

Li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê derbarê 42 HDPyî û HDKyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
03.06.2022, Cum - 06:16
Li 11 bajaran operasyona HDP: 42 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Biryara desteserkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê ve hat dayîn.

Gelek endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDPê hatine desteserkirin.

Operasyon li bajarên Tekîrdag, Edîrne, Îzmîr, Stenbol, Kirklarelî, Mugla, Manîsa, Bursa, Bîngol, Mêrdîn û Çanakkale birêve çûn.

Polîsan li avahiyên HDPê û HDKê lêgerîn kirin.

Hat ragihandin ku operasyon bi hinceta têkiliyên van partî û rêxistinan yên bi PKKê re hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 516 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:15