Li 26 bajaran rapirsi: Ji bo ÎYÎ Partiyê sûrprîz

Li gor rapirsiya ku navenda lîkolînê ya Asalê li 26 parêzgehên Tirkiyê pêk aniye, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 38,8, rêjeya dengên CHPê jî ji sedî 23,2 ye. Di rapirsiyê de tê gotin ku HDP ji sedî 10,3 dengan, ÎYÎ Partî ji sedî 8,9 dengan û MHP jî ji sedî 7,4 dengan werdigire.
05.04.2023, Çar - 11:49
Li 26 bajaran rapirsi: Ji bo ÎYÎ Partiyê sûrprîz
Nuçe Belav bike

Di demekê de ku hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê de bên sazkirin, nêzîk dibin, kompanyayên lêkolînan û rapirsiyan encamên xebatên xwe belav dikin.

Herî dawî, Kompanyaya Lêkolînê ya Asalê encamên lêkolîna xwe ya ku di navbera 25ê Adarê - 2ê Nîsanê de li 26 parêzgehan pêk anî, eşkere kirin.

Di anketê de ji welatiyan hat pirsîn, "Eger vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"

Di bersiva wê prisê de, li gor encamên ku Asalê belav kirine ji sedî 38.8ê kesên beşdar di anketê de gotine ku dê deng bidin AK Partiyê.

Herwiha ji sedî 23.2 kesên ku tevli anketa Asalê bûne, ragihandine ku ew dê dengê xwe bidin CHPê.

Li gor encaman, ji sedê 10.3 kesên beşdar di anketê de dengê xwe didin HDPê û MHPê jî ji sedî 7.4ê dengan qezenc dike.

Encama herî balkêş di anketê de kêmbûna dengê ÎYÎ Partiyê ye ku di anketên mehên bihorî de ji sedî 18 dengan jê re dihat diyarkirin.

Di anketa Asalê de li gor encamên ku hatine belavkirin, ÎYÎ Partî ji sedî 8.9 dengan bidest dixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:12:31