Îstifayên serokên parêzgehan ên ku dixwazin di AK Partiyê de bibin parlamenter dest pê kir.
Hat zanîn ku serokên parêzgehan ên ku berbijêrbûna wan ji bo parlamenteriyê ji aliyê Navenda Giştî ya AK Partiyê ve hatine qebûlkirin ji erka xwe îstifa dikin. Li gorî rojnameya Milliyetê, heta niha 3 serokên parêzgehan îstifa kirine, tê pêşbînîkirin ku hejmara kesên ku dest ji postê xwe berdin, bibe 30.
Serokê AK Partiyê yê parêzgeha Aksarayê Huseyîn Altinsoy, Serokê Aydinê Omer Ozmen û Serokê Dûzceyê Mustafa Keskin bûn yekem serokên ku ji AK Partiyê îstifa kirine.
Tê çaverêkirin ku heta dawiya meha Çile bi erêkirina Navenda Giştî ya AK Partiyê nêzî 30 serokên parêzgehan îstifa bikin.