Li 4 parêzgehên herêma erdhejê îro dibistan hatin vekirin

Li parêzgehên Mereş, Semsûr, Hatay û Meletî ku piştî erdhejên 6ê Sibatê dibistan hatibûn girtin, piştî 49 rojan îro li 22 navçeyên wan çar parêzgehan dest bi perwerdeyê hat kirin û dê perwerde qonax bi qonax bê birêvebirin.
27.03.2023, Pts - 07:15
Li 4 parêzgehên herêma erdhejê îro dibistan hatin vekirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgehên Mereş, Semsûr û Meletî yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê îro 27ê Adara 2023an dibistan hatin vekirin û pêvajoya perwerdeyê dest pê kir.

Di erdhejên 6ê Sibatê de tevî parêzgeha Mereşê, zirareke mezin gihîştibû parêzgehên Semsûr, Meletî û Hatayê jî.

Li gor hatiye ragihandin, îro li navçeyên Andirin û Cela yên Mereşê û li 8 navçeyên Meletiyê perwerdeya rûbirû dest pê kir.

Ji 1127 dibistanên li parêzgeha Rihayê, 12 dibistan di erdhejên 6ê Sibata îsal de herifîbûn.

Li parêzgeha Semsûrê jî li 5 navçeyan pêvajoya perwerdeyê dest pê dike û ji bo xwendekarên li navendê jî polên ji çadiran hatine amadekirin.

Herwiha li parêzgeha Hatayê jî li 7 navçeyan 494 dibistan hatin vekirin. Li Hatayê ji 1315 dibistanan 5 dibistan di erdhejên 6ê Sibatê de hilweşiyabûn.

Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistanê li Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bûn sedema wêraniyeke zêde ku di encamê de nêzî 50 hezar kesan canên xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:34