Li Amedê gellek herêman ragihandina qedexeya derve!

Hat ragihandin ku ji ber operasyona leşkerî Parêzgariya Amedê li 42 gundên girêdayî 5 navçeyên Amedê qedexeya derketina derve ragihand.
29.11.2017, Çar - 06:34
Li Amedê gellek herêman ragihandina qedexeya derve!
Nuçe Belav bike

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber operasyona leşkerî li 42 gund û mezrayên 5 navçeyên Amedê yên Licê, Qulp, Hezro, Farqîn û Kocakoyê qedeya derketin aderve hat ragihandin. Li gorî daxuyaniyê li 18 gundên Licê, 10 gundên Qulpê, 7 gundên Hezro, 4 gundên Farqînê û li 3 gundên Kocakoyê bi tevahî li 42 gundan îro seet 05:00'an ve qedeya derketina derve hatiye ragihandin.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de walîtiyê got: "Li herêma operasyona leşkerî ji bo ewlehiya can û malê hemwelatiyan îro (29'ê Mijdara 2017an) sibehê seet 05:00an ve hetanî daxuyaniyeke din qedeya derketina derve hatiye ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:39:12