Li Babê leşkerekî Tirk hate kuştin

Li bajarê Babê leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
04.01.2017, Çar - 17:44
Li Babê leşkerekî Tirk hate kuştin
Nuçe Belav bike

Di 134emîn roja operasyona Mertala Firatê de, çekdarên DAIŞ li derdora bajarokê Babê êrîşî hêzên leşkerî yên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê kirin. Di encamê de, hate ragihandin ku heta niha leşkerekî Tirk hatiye kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndarên bi rêya helîkopterê bo nexweşxaneyên Dîlok a Bakurê Kurdistanê hatin veguhastin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Serokomarê Tirkiyê jî îro ragihand ku, dê di demeke nêzîk de bajarokê Babê kontrol bikin.

Tê zanîn ku, heta niha bêhtir ji 40 leşkerên Tirkiyê di operasyona Mertala Feradê de canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:53:23